CF Kurdistan Bochum bû şampiyon

23-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Bochûm (Rûdaw) - Taximê Kurdên bajarê Almanya Bochûmê di lîstika xwe ya dawî de (12ê vê mehê) bi 5 û 1 li hemberî Westfalia Bochum bi ser ket û bû şampiyonê lîga C1 ya Bochûmê. Bi vê yekê CF Kurdistan Bochum, ya ku 2012ê hatibû damezrandin, ji lîga amator C derbasî lîga B dibe.

Lîstika CF Kurdistan Bochum û Westfalia Bochum ji aliyê 400 temaşevanî ve dihate şopandin û piştî 90 deqeyan hat dirêjkirin. Di dirêya lîstikê de Westfalia Bochum ji taqet ket û CF Kurdistan Bochum bi 5:1 bi ser ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst