Chelseayê qorika Ajaxê şikand: 5-1

Hewlêr (Rûdaw) - Chelsea û Ajax şeva borî di maça hefteya sêyem a Lîga Şampiyonan de hatin pêşberî hev û Chelsea 5-1 bi ser ket.

Tîma qerase ya Îngilistanê (Chelsea) di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li pêşberî alîgirên xwe 5-1 zora tîma Ajaxê ya Holendayê bir.

Chelsea di maça ku hakem Felix Zwayer 3 caran xala penaltiyê nîşan da de, bi golên Marc Guiu, Moises Caicedo, Enzo Fernandez, Estevao û Tyrique George 5-1 bi ser ket.

Wout Weghorst jî gola tîma mêhvan kir û rûyê tîma xwe spî kir.

Marc Guiuyê 19 salî, bi gola xwe ya di xuleka 18an de bû lîstikvanê herî ciwan ê dîroka Chelseayê ku di Lîga Şampiyonan de gol kiriye.

Estevaoyê 18 salî yê ku xuleka 45+6an ji penaltiyê tor hejand, piştî 33 xulekan rekor li ser navê xwe nû kir.

Chelsea dê di maça pêşiya me ya Lîga Şampiyonan de li mala xwe mazûvaniya Barcelonayê bike.

Ajax jî dê li mala xwe bi Galatasarayê re bilîze.

Reggie Walshê 17 salî yê ku xuleka 66an li şûna Romeo Lavia ket lîstikê, bû lîstikvanê herî ciwan ê Chelseayê ku di Lîga Şampiyonan de forma li xwe kiriye.

Chelseayê bi vê maçê re puanên xwe kirin 6 û hefte di rêza 11emîn de bi dawî kir.

Ajaxê heta niha puaneke bi tenê jî nesitandiye û cihê xwe yê di rêza dawî de baş qewîn kiriye.