Liverpoolê dinya li serê Frankfurtê kir tara bêjingê: 5-1

Hewlêr (Rûdaw) - Liverpoolê di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li deplasmanê 5-1 zora Eintracht Frankfurtê bir.

Eintracht Frankfurt û tîma qerase ya Îngilistanê Liverpool di maça Lîga Şampiyonan de hatin pêşberî hev.

Di maça ku li Almanyayê hat lîstin de, tîma di bin birêvebiriya Arne Slot de destpêkê golek xwar lê paşê bû gol û bi ser serê Frankfurtê de bariya.

Kristensen xuleka 26an Frankfurt 1-0 xist pêş.

Lê Ekitike xuleka 35an, Van Dijk xuleka 39an, Konate xuleka 44an, Gakpo xuleka 66an û Szoboszlai jî xuleka 70yî yeko yeko derketin ser dikê û wan qeleya Frankfurtê kir wekî qulên seradê.

Liverpoolê piştî 3 maçan puanên xwe derxistin 6an.

Frankfurt jî bi serê wan 3 puanan ma ku ji Galatasarayê sitandibûn.

Liverpool dê di maça pêşiya me de mazûvaniya Real Madridê bike.

Frankfurt jî dê bibe mêhvanê Napoliyê.