Amedsporê ji Bolusporê derbek xwar: Nahît Eren hat ser xetê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî têkçûna 4-1 a li deplasmana Bolusporê daxuyanî da û got, “Em berpirsyariya xwe dizanin.”
Amedspor di maça deplasmanê ya li hemberî Bolusporê de pêşî 1-0 bi pêş ket lê di dawiyê de 4-1 têk çû û vegeriya malê.
Li aliyê din, xuleka 45an di êrişa Bolusporê de lîstikvanê Amedsporê Felix li qada cezayê lîstikvanê dijber xist erdê.
Felix ji karta zer a duyem karta sor dît û Amedspor 10 kes ma.
Nahît Eren: Em berpirsyariya xwe dizanin
Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî têkçûnê li ser medyaya civakî daxuyanî da û got:
“Me îro xwest ku em şahiya serkeftinê bi alîgirên xwe bidin jiyîn; mixabin nebû.
Em berpirsyariya xwe dizanin.
Em dê kêmasiyên xwe temam bikin û bihêztir rêya xwe bidomînin. Em dê bi ser bikevin.”
Bugün taraftarımıza galibiyet sevinci yaşatmak isterdik; maalesef olmadı.
— Nahit Eren (@av_nahiteren) November 22, 2025
Sorumluluğumuzun farkındayız. Eksiklerimizi tamamlayıp yolumuza daha güçlü devam edeceğiz.
Başaracağız. 💚❤️ https://t.co/ntrjKuQtfv