Vanspor li mala xwe bi puanekê razî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Wana Bakurê Kurdistanê Vansporê, di hefteya 14an a Lîga 1emîn a Trendyolê de mazûvaniya Keçîorengucuyê kir.

Maç bi encama 1-1 bi dawî bû û Vansporê di xulekên dirêjkirî de puanek berda binê berîka xwe.

Tîma Sor û Reş her çend di maçê de gelek firsendên golê bi dest xistin jî nekarî wan sû wergirê lê gola Ivan Cedric a xuleka dawî ew ji têkçûnê rizgar kirin.

Nîvê yekem bi 1-0 bi dawî bû

Vansporê bi lez dest bi maçê kir lê lîstikvanê Keçîorengucuyê Fernandes di xuleka 28an de tor hejandin û tîma mêhvan 1-0 ket pêş.

Nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Vansporê zext zêde kir

Vansporê di nîvê duyem de zexta xwe zêde kir û bi lîstikvanên wekî Mehmet Ozcan, Traore, Oulare û Regis gelek firsendên girîng bi dest xistin.

Lê belê tîma Wanê nekarîbû van firsendan veguherîne golê.

Gola xuleka 90+2yan hat

Vansporê di xulekên dawî de lîstik bi temamî li qada tîma mêvan asê kir û gola ku lê digeriya xuleka 90+2yan dît.

Di karambola ku di nava qada cezayê de çêbû top li ber Ivan Cedric ket.

Cedric bi lêdaneke rast top şand toran û skor kir 1-1.

Vansporê bi vê encamê maçê puanek bi dest xist.