Ji ber heqareta li Leyla Zanayê ceza li Bursasporê hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), ji ber heqaretên li Leyla Zanayê yên di maça Somasporê de 16 hezar lîreyên Tirkî ceza li Bursasporê birî.
Komîteya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) biryarên xwe eşkere kirin.
TFFyê di maça ku Bursasporê bi Somasporê re lîst de, ji ber "tezahuratên xirab û ji ber ku ev çalakî di heman sezonê de di maça ku tîma mêvan e de cara duyem pêk hatiye" 16 hezar lîre ceza li tîmê birî.
Her wiha ji ber ku di maçê de valahiyên pêlekanan vala nehatine hiştin 211 hezar lîre ceza hat dayîn.
Federasyonê ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûne sedem 55 hezar lîre û ji ber bikaranîna neheq a belgeyan a di heman maçê de 60 hezar lîre cezayê pereyan li tîma Bursasporê birî.
Biryarên PFDKyê
Di daxuyaniya TFFyê de hûrgiliyên cezayan wiha hatin rêzkirin:
Somaspor: Di maça Somaspor-Bursasporê de ya 16ê Kanûna Pêşîn a 2025an (Koma Sor a Lîga 2yemîn a Nesîneyê), ji ber tezahuratên xirab û ne rind ên alîgiran û ji ber ku wekî tîma mazûvan di vê sezonê de cara yekem e dike "Cezayê Hişyariyê" lê hat birîn.
Bursaspor (Tezahurat): Ji ber tezahuratên xirab û ne rind ên alîgiran û ji ber ku ev cara duyem e di heman sezonê de wekî tîma mêvan vê yekê dike, 16 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn.
Bursaspor (Valahiya Pêlekanan): Ji ber ku valahiyên pêlekanan vala nehatine hiştîn û ev di heman sezonê de cara 7emîn e tê kirin, bi piraniya dengan 211 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn.
Bursaspor (Bûyerên li Qadê): Ji ber bûyerên qadê yên ku alîgir bûne sedem, 55 hezar lîre cezayê pereyan lê hat birîn.