Boksorê Kurd Badîn Heso nasekine: 23 maç û 23 serketin

Hewlêr (Rûdaw) - Badîn Hesoyê Zozanî, stêrkê Kurd ê kîkboksê, serketineke mezin bi dest xist û kembera WBCyê (WBC belt) bir.

Li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê, Badîn Hesoyê Kurd û Victor Vicente Correayê Meksîkî hatin hemberî hev.

Badîn Heso careke din şiyan û asta xwe ya bilind nîşan da û bû xwediyê kembera WBCyê.

Beriya ku maç dest pê bike, Badîn bi rêya Rûdaw Sportê ji Kurdan daxwaza piştgiriyê kir.

Dema ku ew derket rîngê, wekî her car bi cil û bergekî taybet ê ku bi alaya Kurdistanê hatibû nexşandin, xuya bû.

Bilindkirina alaya Kurdistanê li salonê û xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb", moralê boksorê Kurdistanî gelekî bilind kir.

Reqîbê wî 3 xulekan jî li ber xwe neda

Dema maçê dest pê kir, Badîn Heso bi xurtî li hemberî reqîbê xwe sekinî.

Kulmên wî ew qasî xurt bûn ku lîstikvanê Meksîkî sê xulekan jî li ber xwe neda.

Badîn di demeke kurt de maç bi serketina xwe bi dawî kir.

Piştî serketinê û wergirtina kemberê, dengê dehol û zurnayê li salonê olan da.

Alîgirên wî navê wî qêriyan û hakem destê Badîn Heso bilind kir.

Boksorê ji Şêxanê yê Başûrê Kurdistanê bû qehreman û serketineke din a girîng li dîroka xwe ya werzişî zêde kir.

Badîn Heso heta niha 23 maçên boksê lîstine. Wî hemû maçên xwe birine û heta niha ti carî zora wî neçûye.

"Ez vê serketinê diyarî malbatên şehîdan dikim"

Badîn Heso piştî maçê ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo serketinê anî zimên.

Badîn got, "Ez vê kemberê diyarî Serok Mesûd Barzanî, hemû Pêşmergeyan û malbatên şehîdan dikim.

Spas ji bo her kesê ku di vê maçê de piştgirî da min."