Amedspor serokê xwe yê nû hildibijêre

Hewlêr (Rûdaw) - Di tîma Amedsporê de ku îsal cara yekem derket Super Lîga Tirkiyeyê, nîqaşên li ser serokatiya nû bi dawî bûn.

Niha çav li eşkerekirina namzedê nû yê serokatiya tîmê ye.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya ji Rûdawê re ragihand ku ew di vê pêşbaziyê de ne namzed e.

Wî da zanîn ku dê namzedê nû roja duşemê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Tê pêşbînîkirin ku Desteya Şêwrê sibe navê namzedê serokatiyê ji raya giştî re ragihîne.

Amedspor xwe amade dike ku 1ê Hezîranê kongreya xwe ya asayî li dar bixe.

Beriya kongreyê, çavê bi milyonan alîgiran li ser navê serokê 10emîn ê tîmê bû.

Desteya Şêwrê piştî civînên dûr û dirêj, li ser navekî li hev kir û bi vî rengî nîqaşên li ser serokatiyê bi dawî bûn.

Li gel Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, navên wekî Metîn Kilavuz, Nesîh Aktepe, Ercan Tayinlamak, Nahît Eren û Azîz Elaldi ji bo serokatiya Amedsporê dihatin rojevê.

Mehmet Kaya: Ez ne namzed im

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya îro ji Rûdawê re eşkere kir ku ew ne namzed e.

Kaya diyar kir ku niha pêşbaziya serokatiya Amedsporê di navbera serokê heyî Nahît Eren, Ercan Tayinlamak û du navên din de berdewam dike.

Mehmet Kaya destnîşan kir ku dê navê namzedê serokatiya Amedsporê îşev zelal bibe.

Wî got ku dê namzedê nû roja duşemê derdora saet 13:00an bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Amadekariyên kongreyê

Kongreya Amedsporê dê 1ê Hezîranê saet 18:00an li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç a li navçeya Yenîşehîra Amedê were kirin.

Di kongreyê de 250 delege xwedî mafê dengdanê ne.

Tê pêşbînîkirin ku hilbijartin bi lîsteyeke yekgirtî were kirin.

Bi vî rengî dê serokê nû yê Amedsporê ku dê tîmê di Super Lîga Tirkiyeyê de bi rê ve bibe, were diyarkirin.

Li gorî agahiyan, di civîna dawî ya diyarkirina namzedê serokatiyê de desteya birêvebiriya tîmê jî hatiye diyarkirin û dê gelek navên girîng ên bajêr di nava lîsteyê de cih bigirin.