Li Almanyayê herdû tîmên Cîhad û Cezîrê bi hev re lîstin

24-07-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Almanya Cîhad Qamişlo Cezîr
A+ A-

Bochum (Rûdaw) - Li bajarê Boxumê yê Almanya, lîstkvanên berê yên fotbolê yên her du tîmên Cîhad a Qamişlo û Cezîre ya Hesekê bi hev re lîstin.

 

Herwiha şeva şemiyê maçek di navbera lîsikvanên berê yên tîma Cîhad ku temenên wan di jêr 35 salan re ye û taximê Kurdistan li Bochumê pêk hat. Di wan maçan de, gelek stêrkên futbola Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.

 

Rojnamevanê werzişî Ciwan Îbrahîm dîmenên wê çalakiyê taybet ji bo Rûdawê şandin û Zana Haco û Reşîd Ferhan ku du stirkên berê yên Tîma Cîhad in, ji Rûdawê re axivîn.

 

Dema ku behsa fotbûla Qamişlo tê kirin, navên wekî Ebûd Îskender, Fener Haco, Mihyedîn Temo, Romyo Îskander, Mehmûd Seyid, Xandî Îskender, Kîxam Murad, Zana Haco, Qezafî Ismet, Riyad Neyûm,Hesen Çaçan, Silêman Yûsif, Heysem Kiço, Merwan Tahir, Reşîd Ferhan, Comerd  Mûsa, Mahir Melkê, Faris Mûrad, Yûsîf Îbrahîm, Xesan Dirêî, Samir Seîd û Etûqa û bi dehan navên din ji stêrkên futbûla Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê  têne bîra mirov..

 

Di lîstika yekem de, her du tîma Cihad û tîma Kurdistan a Boxumê her yekê 3 gol avêt û yeksan bûn.

 

Di lîstika duyem de, Tîma lîstikvanên berê yên Tîma Cîhad, bi encama 5 û 3 tîma lîstikvanên berê ya Cizîrê bir.

 

Werzişvanên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê xwestin ku bi vê çalakiyê li welatên xerîbiyê bên ba hev û pêwendiyên xwe bi hev bihêz bikin û bîranîn xwe li yarîgehan zindî bikin.

 

Bi gotina wan tişta ku siyaset nikare bike, ew dixwazin bi werzişê bikin. Wan xwest wan bîranîn li yarîgeheke Bochuma Almanyayê zindî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst