Gulaşgirê navdar Hulk Hogan di 72 saliya xwe de mir

Hewlêr (Rûdaw) - Gulaşgirê efsanewî yê cîhanê Hulk Hogan di 72 saliya xwe de mir.

Malpera Amerîkî TMZyê ragihand ku Hulk Hogan ji ber krîza dil miriye.

Li gorî malpera TMZyê serê sibehê tîmên tenduristiyê ji bo mala Hulk Hogan a li bajarê Clearwaterê yê eyaleta Floridayê ya Amerîkatê hatine vexwendin.

Di banga hawarçûnê de hat ragihandin ku bûyer bi “krîza dil” ve girêdayî ye.

Hat diyarkirin ku li ber mala Hulk Hogan gelek wesayîtên polîsan û tîmên tenduristiyê hatine dîtin û tîman ew bi sedyeyê biriye ambulansê.

Hulk Hogan kî ye?

Hulk Hoganê ku navê wî yê fermî Terry Gene Bollea ye 11ê Tebaxa 1953yan ji dayîk bûye.

Bollea ku di cîhana rîngê de bi navê Hulk Hogan dihat naskirin, ne tenê gulaşgir di heman demê de wekî lîstikvan,karsaz û muzîkjen jî dihat naskirin.

Ji aliyê saziyên wekî IGNyê ve wekî “stêrkê gulaşê yê herî navdar ê cîhanê” û gulaşgirê herî popûler ê salên 1980î dihat pênasekirin.