Amedê gol bi ser serê Sêwazê de barandin
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Sivasspor 4-2 têk bir û yekem serkeftina xwe ya vê sezonê bi dest xist.
Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Sivasspor di hefteya sêyemîn a Lîga 1emîn a TFFyê de li Amedê hatin pêşberî hev.
PFDKyê ji ber bûyerên maça Amedspor - Erzurumsporê biryar dabû ku Amedspor 2 maçan bê alîgir bilîze.
Amedspora ku hefteya borî li mala xwe bi Erzurumsporê re wekhev mabû bi parolaya 3 puanan derket pêşberî tîma Sêwazê.
Amedspor hema bêje di tevahiya maçê de tîma serwer bû, di xuleka 32yan de lîstikvanê wê yê nû Dia Saba gola ewil avêt û skor bû 1-0.
Nîveka yekem bi skora 1-0 bi dawî bû.
Lîstikvanê Amedsporê Dia Saba di xuleka 46an de gola xwe û ya Amedsporê ya duyem avêt û tîma xwe 2- 0 xist pêş.
Dia Saba nesekinî û nehat sekinandin û di xuleka 61ê de hattrick kir û Amedspor 3-0 ket pêş.
Lîstikvanê Sivassporê Bekir Turaç Boke di xuleka 71ê de bi penaltiyê ferq daxist 2yan û skor bû 3-1.
Amedsporê êrişên xwe hîn zêdetir kirin û di xuleka 85an de vê carê Daniel Moreno xwe nîşan da û li ser navê Amedsporê gola 4an avêt.
Li aliyê din, Sivassporê jî dev ji maçê berneda û di xuleka 89an de bi gola Luan Campos skor bû 4-2.
Maç 4-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Amed bi vê encamê puanên xwe derxistin 4an û derket rêza 9an.
Amedspor dê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Adana Demirsporê re bilîze.