Qamişlo (Rûdaw) - Yaneya Cîhad a bajarê Qamişlo, piştî ku daket pileya duwem a xula fûtbola Sûriyê, niha di pileya duyem de rastî krîzekê hatiye, di rêzbendiya berî dawiyê de ye.
Rahênerê Tîma Cîhad Bêrc Serkêsyan eşkere dike, ku ji ber gelek sedemên weke nebûna lîstikvanan, wan xwe ji bo lîstikên qonaxa çûnê bi başî amade nekribûn. Lewma niha metirsiya wê yekê heye ku ew dakeve pileya sêyem a xula fûtbolê.
Rêveberiya Yaneya Cîhad jî di derbarê encamên xirab ên vê tîmê de, dibêje: “Ji ber nebûba golkerên baş, di qonaxa çûnê de, ku li Şamê birêve çûbû, me encamên baş bidest nexistin.”
Lîstikên bê yên qonaxa hatinê, wê li Laziqiyê bêne encam dan. Ji Tîma Cîhad a Qamişlo tê xwestin, ku di rêzbendiya yekem yan duyem de be, ji bo ku bikaribe xwe bigihîne pileya yekem a xula fûtbola Sûriyê.
Li gorî hogirên sporê li Qamişlo, yaneya cîhad îsal gelekî perîşan e. Gelek lîstikvanan dest jê berdane û ew niha bê xwedî maye.
Herwiha Yekîtiya Fûtbolê ya Sûriyê jî quruşekî jî nade yaneyê, lewma nayê pêşbinînîkirin, îsal derbasî pileya yekem a xula fûtbolê bibe, lê ew li ber xwe didin ku danekevin pileya sêyem jî.
Hogirên sporê li Qamişlo dibêjin, nejadperistyeke fûtbolê li dijî Kurdan li Sûriyê heye. Bi berdewamî yaneya Cîhad bi mebest tê piştguhxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse