Alîgirên Vansporê li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind kir

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên tîma Vansporê di maça li gel tîma Îdir FKyê de ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dirûşma “Bimre DAIŞ” bilind kir.

Tîmên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Îdir FK di hefteya 22yan a Lîga Yekem a Trendyolê de, roja şemiyê li bajarê Wanê hatin pêşberî hev.

Di vê maçê de dirûşmên alîgirên Vansporê li stadyumê deng veda.

Alîgirên Vansporê bi yek dengî dirûşma "Bimre DAIŞ" bilind kir.

Ev yek bû sedem ku bala hemû lîstikvan û temaşevanan bikeve ser trîbunan û atmosfera maçê biguhere.

Dirûşmên li dijî DAIŞê di demeke kurt de li tevahiya stadyumê belav bû.

Divê were gotin ku ji 6ê vê mehê ve Artêşa Ereban a Sûriyeyê û beşek ji komên çekdar li Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişan kiriye.

Ji ber êrişan di van rojên dijwar ên zivistanê de bi deh hezaran kes ji malên xwe koçber bûne.

Her wiha bajarê Kobaniyê jî ku gelek koçberan berê xwe dayê, zêdetirî hefteyekê ye di bin dorpêçê de ye û rê nayê dayîn ku ti alîkarî derbasî bajêr bibe.