Mardîn 1969 Sporê mafê play-offê bi dest xist
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Mêrdînê Mardîn 1969 Spor di qada xwe de bi Fethiyesporê re 0-0 ma û lîg bi 71 puanan di rêza duyem de temam kir.
Mardîn 1969 Spor dê di play-offê de bi Maraşsporê bilîze û serkeftiyê wê maçê dê derkeve Lîga Yekemîn.
Mardîn 1969 Sporê di hefteya 34emîn a Lîga Duyemîn a Nesîneyê ya Tirkiyeyê de, mazûvaniya Fethiyesporê kir.
Maça ku li Stadyuma Bajêr a Mêrdînê ya 21ê Çiriya Paşîn hat lîstin û ji aliyê alîgiran ve rastî eleqeyeke zêde hat, bê gol bi dawî bû.
Rîkeberê play-offê yê Mêrdînê Maraşspor e
Mardîn 1969 Sporê bi vê encamê re, puanên xwe derxistin 71an û lîg di rêza duyem de temam kir û mafê lîstina play-offê bi dest xist.
Rîkeberê tîma Mêrdînê yê di tûra play-offê de jî Maraşspor e.
Maça Mardîn 1969 Spor - Maraşsporê ya ku di rêya derketina lîga jor de xwedî girîngiyeke mezin e, dê 30yê Nîsanê were lîstin.