VÎDEO - Denîz Undav Stuttgart bi ser xist û dîsa reqsa xwe ya Kurdewarî pêşkêş kir

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanê Kurd ê tîma futbolê ya Stuttgartê Denîz Undav ku di serkeftina Kupaya Almanyayê de rol lîst û piştî golekê govend gerand.

Di maça fînalê ya Kupaya Almanyayê ya ku li Stadyuma Olimpic a Berlînê hat lîstin de Stuttgart û Bielefeld hatin pêşberî hev.

Piştî 15 xulekan Nick Woltemade gola yekem a Stuttgartê avêt.

Di xuleka 22yan de Denîz Undav asîst kir û Enzo Millotê Fransî gola duyem a Stuttgartê firande torê.

Piştî 6 xulekan vê carê Undav bi xwe top şand nava torê û tîma xwe kir xwedî gola sêyem.

Nîvê yekem bi sê golên Stuttgartê bi dawî bû.

Di xuleka 65an de Enzo Millot gola duyem a xwe û ya çaran a tîma xwe avêt û Stuttgart zêdetir nêzîkî serkeftinê kir.

Xuleka 82yan Jukka Kanea encam guherand û golek ji bo Bielefeldê avêt, piştre Joshua Wagnoman bi şaşî gola duyem a Bielefeldê avêt.

Maç bi 4 golan li hemberî 2 golan di berjewendiya Stuttgartê de bi dawî bû.

Stuttgart bû şampiyonê Kupaya Almanyayê û gihîşt UEFA Europa Leagueya serdema bê.