Bakurî çû Rojhilatî tê: Rûdaw dema gihîştina Rahênerê nû yê tîma Dihokê eşkere dike
Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Dihokê piştî ku Mesûd Mîralê ji Bakurê Kurdistanê çû bi awayekî fermî bi rahênerê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê bi Emîr Azrefşan re li hev kir.
Tîma futbolê ya Dihokê di daxuyaniyeke fermî de got:
“Vê carê rahênerê me ji Rojhilat tê û birêvebiriya tîma Dihokê bi awayekî fermî peymana xwe ya bi rahênerê Kurd û xelkê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê Emîr Azrefşan re îmze kiriye.”
Emîr Azrefşanê ku li Swêdê ji dayîk bûye 37 salî ye, bawernameya wî ya pîşeyî di karê rahêneriyê de heye.
Ew di serdema 2009-2010an de wekî lîstikvan derketiye û wî heta sala 2019an di çend tîmên cuda yên Swêdê de lîstiye.
Emîr Azrefşan sala 2014an dest bi karê rahêneriyê kiriye û li tîma ciwanan a Faloyê bûye rahêner.
Piştî wê jî di tîma DalKurdê de alîkarê rahêner bû û sala 2020an di Lîga Allsvenkanê ya Swêdê de bûye rahênerê tîma Ostershundê ku tîmeke navdar a Swêdê ye û piştî wê jî rahêneriya tîma DalKurdê kiriye.
Emîr Azrefşanê bi başî bi Kurdî diaxive, şêwaza wî ya ji bo lîstinê 4-2-3-1 e.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê balafira rahênerê nû yê tîma futbolê ya Dihokê Emîr Azrefşan dê îşev li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê venişe û ji wir jî dê biçe Dihokê.
Ew dê di çend rojên pêş de bi awayekî fermî peymana xwe îmze bike û dest bi karê xwe bike.
Hatina Emîr Azrefşan di wextê de ye ku encamên tîma Dihokê piştî bidestxistina Kupaya Kendavê xirab in û di du lîstikên dawî de têk çûye.