Serokê Fenerbahçeyê hat berdan: 'Me berê jî ev fîlm dîtibû'
Stenbol (Rûdaw) - Serokê tîma futbolê ya Fenerbahçeyê Sadettîn Saranê ku cara duyem bi hinceta bikaranîna madeyên hişbir hatibû desteserkirin, hat berdan.
Sadettîn Saran bi şertê ku hefteyê du caran biçe îmzeya xwe bide hat berdan.
Alîgirên tîma Fenerbahçeyê li pêşiya dadgehê piştgiriya Sadettîn Saran kir.
Operasyona madeyên hişbir a ku deng vedaye didome.
Dorpêç û tedbîrên ewlehiyê yên li pêşiya Dadgeha Stenbolê ji bo Serokê Fenerbahçeyê Sadettîn Saran hatine wergirtin.
Çûn û hatina nava dadgehê hatiye rawestandin û dadgeh bi bendên polayî hatiye pêçan.
Alîgirên tîmê ji bo piştgiriya serokê tîma xwe ji berbanga sibehê ve li ber baranê nerazîbûna xwe nîşan didin.
"Em bawer in dê erênî bi dawî bibe"
Pêşkêşkarê Fenerbahçe TVyê Kivanç Ozkok got:
"Camîaya Fenerbahçeyê beriya vê jî di gavên krîtîk de bûye yek, niha jî em tevî birêvebir û alîgirên xwe piştgiriya xwe didin.
Baweriya me ew e ku ew pêvajo ji bo Fenerbahçeyê bi erênî bi dawî bibe.
Camîaya me baş diçe û tîm serkeftinan tomar dike lê ew operasyon dibin.
Em bawer in ku ew dê tesîrê neke û em dê encamên baş jî tomar bikin."
Sadettîn Saran bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir, dabînkirin û bazirganiya wan cara duyem ji hêla hêzên evlehiyê ve hat desteserkirin.
Saran beriya çend rojan dîsa hatibû desteserkirin û piştî îfadeyê hatibû berdan.
Pişt re jî testa wî pozîtîf derketibû ango eşkere bûbû ku madeyên hişbir bi kar anîne.
"Fenerbahçe ya herî mezin e"
Alîgirê bi navê Karşi Avatçi anç ziman:
"Fenerbahçe têk naçe. Fenerbahçe dê têk neçe ji ber ku em li vir in.
Em li pişta Fenerbahçeyê û Serok Sadettîn Saran in. Serok kî be em li pişt in.
Fenerbahçe ya herî mezin e û ti carî têk naçe."
Kerem Altan jî wiha axivî:
"Me ev fîlm berê jî dîtibû. Vê tîmê çi xefik li dû xwe hiştin û ew dê dîsa bihêle ji ber ku alîgirên wê yên ku jê bawer dikin hene.
Em paqij in lê ew ên pîs ku bahîsê dilîzin û reklama şirketên bahîsan werdigirin û karên neyasayî dikin jî tiştek bi wan nayê."
Aydin Temîz jî da zanîn:
"Fenerbahçe xîtabî camîayeke mezin dike û xeteke wê heye.
Ti carî ji wê xetê jî bi paş de gavan navêje.
Sekneke bi karakter a Fenerbahçeyê û alîgirên wê heye, ji ber wê jî em tim dibin hedef û em dê her tim jî bibin hedef."
Serokê Fenerbahçeyê cara duyem li meqamê xwe yê tîmê hat desteserkirin û şevekê desteserkirî ma.
Dû re ew birin dadgehê û di encamê de jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Wate serokê yek ji tîmên herî mezin ên futbola Tirkiyeyê, dê heftane du caran here li navendeke polîsan îmzeya xwe bide.
Operasyona ku dengekî mezin li dû xwe anîbû jî didome.