Li Afyonê êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê hat kirin

26-02-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lîstika tîmên HES Îlaç Afyonspor û Diyarbekirsporê êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê hat kirin û lîstikvanek birîndar bû.

Di Lîga Duyem a Grupa Spî de HES Îlaç Afyonspor û Diyarbekirspor doh li Stadyuma Zaferê hatin hemberî hev û lîstik 0-0 bi dawî bû.

"Em şermezar dikin"

Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç derbarê bûyerê de nerazîbûn nîşan da û got:

“Wekî her tîmên din, me li Diyarbekirê bi awayekî baş mazûvaniya Afyonsporê jî kiribû.

Divê li hemberî vê yekê, ev êriş nebûya. Em şermezar dikin.”

Berî û piştî lîstikê nûner û lîstikvanên Diyarbekirsporê rûbirûyî êrişên devkî û fizîkî bûn û lîstikvanê Diyarbekirsporê Yasin Dulger birîndar bû.

Herwiha di nav wan kesên ku êriş kir de berpirsê ewlehiyê yê taybet ê stadyumê jî hebû.

Serokê Tîma Diyarbekirsporê ragihand ku wan derbarê kesên êrişkar de gilî tomar kiriye û daxwaza wan ew e ku dawî li bûyerên bi vî rengî bê anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst