Di Lîga Şampiyonan de 16 tîmên dawî diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Maçên play-offê yên Lîga Şampiyonan a UEFAyê bi dawî bûn û 16 tîmên dawî diyar bûn.

Di Lîga Şampiyonan a sezona 2025-2026an de kelecana maçên play-offê qediya.

Beriya niha 8 tîm rasterast derbasî qonaxa 16 tîmên dawî bûbûn.

Piştî maçên play-offê yên rovanşê 8 tîmên din jî bilêta qonaxa 16 tîmên dawî berda binê berîkê.

16 tîm

Tîmên ku di Lîga Şampiyonan de serkeftin bi dest xist û ketin nav 16 tîmên dawî ev in:

PSG, Barcelona, Chelsea, Liverpool, Tottenham, Real Madrid, Sporting, Manchester City, Atalanta, Arsenal, Bayern Munich, Newcastle United, Atletico Madrid, Bodo/Glimt, Galatasaray û Bayer Leverkusen.

Pişkavêtin kengî ye?

Pişkavêtina qonaxa 16 tîmên dawî 27ê Sibatê (roja înê-sibe) ye.

Piştî avêtina pişkan dê hevrikên tîman diyar bibin û rêya fînalê zelaltir bibe.