Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Marka ya Spanya ragihand ku dê hevkarê rahênerê tîma Real Madrid, Zînedîn Zîdan di dawiya vî werzî de here tîmeke din.
Li gor Marka, ku rojnameya herî nêzîk ji R. Madrid e, Zîdan ku stêrka berê ya tîmê bû û niha hevkarê rahênerê tîmê Karlo Angelotti ye, berî çend rojan ligel serokê îdareya R. Madrid civiya û jê re ragihand ku ew dê here tîmeke din.
Herwiha dê Zîdan bibe rahênerê sereke yê tîmeke din li derveyî Spanya.
Li gor nûçeyan jî tîma Monako ya Fransî daxwazek pêşkêşî Zîdan kiriye da ku bibe rahênerê wê.
Ji aliyek din ve Federasyona Fûtbolê ya Fransayê jî daxwaz ji Zîdan kiriye ku bibe rahênerê bijardeya Fransayê, piştî mondyala Brazîlê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse