Li Amedê kelecana Lîga Super: Maça krîtîk a li hemberî Bodrumsporê

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 37an a Lîga Yekemîn a TFFyê de îro li mala xwe bi Sipay Bodrum FKyê re dilîze.

Tîma Amedê amadehiyên xwe temam kirin û li benda saeta maçê ye.

Tîma kesk û sor di bin birêvebiriya rahêner Mesut Bakkal de li Tesîsên Şehmus Ozer rahênana xwe ya dawî kir.

Lîstikvan li ser pas, parastina topê û lêdanên rawestiyayî xebitîn.

Maç dê îro saet 16:00an li Stadyuma Amedê dest pê bike.

Armanc Super Lîg e

Ev maç ji bo armanca Amedsporê ya derketina rasterast a Lîga Super gelekî girîng e.

Ji bo bidawîhatina lîgê 2 hefte mane.

Pêşbirka şampiyoniyê û derketina jor didome.

Nûnera Amedê li benda xeletiya Esenler Eroksporê ye ku di rêza duyem de ye.

Rewşa puanan

Di lîgê de rewşa puanan a 3 tîmên pêşîn wiha ye:

Esenler Erokspor: 73 Puan (Rêza 2yan)
Amedspor: 72 Puan (Rêza 3yan)
Bodrum FK: 63 Puan (Rêza 5an)

Amedspor li hemberî Bodrum FKyê li pey serkeftinê ye.

Di heman demê de dê guhê wê li maça Eroksporê be.

Heger Erokspor puanan winda bike û Amedspor her du maçên xwe yên mayî bibe, tîma Amedê dê rasterast derkeve Super Lîgê.

Hat ragihandin ku moralê lîstikvanan bilind e.

Birêvebirî û alîgir amade ne ku stadyumê bi temamî dagirin û piştgiriyê bidin tîma xwe.

Hemû bajar li benda vê maça 90 xulekî ye.