Navenda Nûçeyan - Real Madrîda tîma Îspanyayê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de dê îşev bi Leverpool a tîma Brîtanyayê re bileyîze.
Real Madrîd dixwaze fînalê qezenc bike û Tîma Madrîdê eger îşev bibe şampiyon ew dê di dîrokê futbolê de bibe cara ewil ku tîmeke futbolê 3 caran li ser hev vê kupayê qezenc dike.
Real Madrîdê ji sezona sala 1992-1993an vir ve 6 caran di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de leyîstiye û hemû jî qezenc kirine. Tîma Real Madrîdê di salên 1998, 2000, 2002, 2014, 2016 û 2017an de bûbû şampiyonê kupayê.
Real Madrîdê di navbera salên 1955 û 1992an jî 6 caran bibû Şampiyonê Kupaya Kulubên Şampiyonên Ewropayê. Real Madrîdê di salên 1956, 1957, 1958, 1959, 1960 û 1966an kupa biribû muzeya xwe. Tîmê di salên 1962, 1964 û 1981an de jî di fînalê de leyîstibû. Wê çaxê kupaya şampiyonan bi navê Kupaya Kulubên Şampiyonên Ewropayê dihat organîzekirin.
Real Madrîdê herî dawî di sala 1980-81ê bi tîma Lîverpoolê hatibû hemberî hev. Pêşbirk bi gola Alan Kennedy a ku di deqîqeya 82emîn avêtibû qediya bû û tîma Lîverpoolê pêşbirk qezenc kiribû.
Zînedîne Zîdane yê rahênarê Real Madrîdê eger sibê qezenc bike navê wî jî wê bikeve dîroka şampiyonayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse