Real Madrîd li pey rekorek nû ye

Navenda Nûçeyan - Real Madrîda tîma Îspanyayê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de dê îşev bi Leverpool a tîma Brîtanyayê re bileyîze. 

 

Real Madrîd dixwaze fînalê qezenc bike û Tîma Madrîdê eger îşev bibe şampiyon ew dê di dîrokê futbolê de bibe cara ewil ku tîmeke futbolê 3 caran li ser hev vê kupayê qezenc dike.  


Real Madrîdê ji sezona sala 1992-1993an vir ve 6 caran di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de leyîstiye û hemû jî qezenc kirine. Tîma Real Madrîdê di salên 1998, 2000, 2002, 2014, 2016 û 2017an de bûbû şampiyonê kupayê. 


Real Madrîdê di navbera salên 1955 û 1992an jî 6 caran bibû Şampiyonê Kupaya Kulubên Şampiyonên Ewropayê. Real Madrîdê di salên 1956, 1957, 1958, 1959, 1960 û 1966an kupa biribû muzeya xwe. Tîmê di salên 1962, 1964 û 1981an de jî di fînalê de leyîstibû. Wê çaxê kupaya şampiyonan bi navê Kupaya Kulubên Şampiyonên Ewropayê dihat organîzekirin. 


Real Madrîdê herî dawî di sala 1980-81ê bi tîma Lîverpoolê hatibû hemberî hev. Pêşbirk bi gola Alan Kennedy a ku di deqîqeya 82emîn avêtibû qediya bû û tîma Lîverpoolê pêşbirk qezenc kiribû. 


Zînedîne Zîdane yê rahênarê Real Madrîdê eger sibê qezenc bike navê wî jî wê bikeve dîroka şampiyonayê.