Navenda Nûçeyan – Li bajarê Dêrsima Bakurê Kurdistanê kelecana şampiyonaya raftîngê ya pêr dest pê kiribû berdewam e. Pêşbaziyên duyemîn yên li ser Çemê Munzurê îro jî dewam kirin.
Şampiyona bi serokatiya Federasyona Branşên Sporê yên Tirkiyeyê û bi hevkariya parêzgarî û Şaredariya Dêrsimê tê organîzekirin.

Di pêşbaziyên roja seyemîn de ji kategoriya jin û zilaman yên ku ji 19 û 23 salî biçûktir jî di nav de bi tevahî 47 tîm beşdar bûn.
Pêşbazî li serê Çemê Munzurê li tanga Anafatmayê dest pê kir. Tîm li ser Çemê Munzurê bi qasî 7 kîlometre bi bêran ketin pêşbaziyê û hewl dan xwe bigihînin navenda bajêr.

Tîman di nav siruşta Parka Neteweyî ya Newala Munzurê de pêşbazî bi kêfeke mezin qedand.
Şampiyona dê bi pêşbaziyên sibê biqede.

Armanca organîzasyonê
Hedef ew e ku bi vê organîzasyonê, parkura herî dirêj a Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bidin nasîn û bikim marqa.
Pêşbaziya Gava 2yan a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê 23ê gulanê dest pê kir û dê sibe duşemî (27.05.2018) bidawî bibe.

Çemê Munzurê ji nav Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê derbas dibe, ligel xweşikahiyên xwe yên sirûştî di van salên dawîn de bi spora raftîngê jî balê dikişîne.
Parkura herî dirêj a raftîngê ya Bakurê Kurdistanê û Trikiyê li ser Çemê Munzurê ye. Parkur ji Pireya Venkê dest pê dike, nav bajêr re derbas dibe û 33 kîlomêtre dewam dike. Kêmzêde 6 saetan meriv dikare bênavber raftîngê bike.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse