Denîzê Kurd bû leheng, Stuttgartê 3 puan standin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma VfB Stuttgartê di Lîga Almanyayê (Bundesliga) de bi gola lîstikvanê Kurd Denîz Undav 2-1 zora Mainz 05ê bir.

Stuttgart bi vê serkeftinê re di lîgê de 5 maçên li pey hev qezenc kirin.

Di maça ku îro li MHPArenaya Stuttgartê hat lîstin de, tîma mêvan Mainz di xuleka 41ê de bi penaltiya Nadiem Amiri 1-0 ket pêş.

Lê Stuttgartê beriya ku nîvê yekem biqede di xuleka 45+4an de bi gola Chris Fuhrich bersiv da û skor bû 1-1.

Gola serkeftinê ji kaptan Undav

Di nîvê duyem de her du tîman jî ji bo serkeftinê hewl da lê kaptanê Stuttgartê Denîz Undav di xuleka 80yî de gotina dawî got.

Golparêzê Stuttgartê Alexander Nubel ji nîvê qadê paseke dirêj avêt û Denîz Undav li ber qeleya Mainzê bi ser topê ket û bi lêdaneke teknîkî top ji ser golparêzê Mainzê Robin Zentner avêt û tîma xwe 2-1 xist pêş.

Ev gol di heman demê de bû gola serkeftinê ya maçê.

Denîz Undavê ku nêzîkî 2 mehan ji ber seqetiyê ji qadan dûr mabû, ev yekem maça wî bû ku ji destpêkê ve lîst.

Stuttgartê bi vê serkeftinê serkeftina xwe ya pêncemîn a li pey hev a di lîgê de tomar kir û puanê xwe derxist 18an û derket rêza 3yem.