Sara Mesûd û Mihemed Ebdullah bûn qehremanê şetrenca Duhokê

Duhok (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê Pehlewanîtiya Navdewletiya Şetrenca Duhokê bi beşdariya 30 yarîzanan birêve çû.

 

Ev pehlevanîtî li bajarê Duhokê birêve çû û bo dema 4 rojan berdewam bû. Herwiha 30 yarîzan li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê tê de beşdar bûn. Herwiha yarîzanek jî ji Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê koçber e, tevli pehlevanîtiyê bibû.

 

Îbrahîm Ednan ku xelkê bajarê Hesekê Rojavayê Kurdistanê ye û ji ber şer û rewşa taybet a li wê parçeyê Kurdistanê, koçber bûye û li bajarê Hewlêrê dijî, beşdarî di Pehlewanîtiya Navdewletiya Şetrneca Duhokê de kiriye.

 

Îbrahîm Ednan her çend ku encamên baş bi dest nexistine, lê belê bi beşdariya xwe di pehlevanîtiya şetrencê ya Duhokê de dilxweş e.

 

Îbrahîm Ednan ji Rûdawê re dibêje: “Ez xelkê Hesekê me, ji ber bûyerên li Sûriyê çend sale ku ez ji şetrencê dûr ketime. Ez 3 meh e ku hatime Hewlêrê û ev cara yekemîn e ku beşdarî di pehlevanîtiyek navdewletî û derve de dikim.”

 

Yek ji yarîzanên beşdar di pehlevanîtiyê de bi navê Hana Hewar jî dibêje: “Pehlevanîtiyek baş û bihêz e. Ev cara yekem e ku ez beşdarî pehlevanîtiyek wisa li Duhokê dibim. Ez gelek kêfxweşim û sûdek baş heye. Herwiha yarîzanên baş jî tê de beşdar dibin û em dikarin ezmûnê jê werbigirin.”

 

Rêkxerê Pehlevanîtiya Şetrenca Navdewletiya Duhokê, Xorşîd Seîd behsa astengiyên li pêşiya birêveçûna pehlevanîtiya şetrencê li Duhokê kir û rabgihand, ku wan dixwast û hewl jî da ku ev pehlevanîtî bi awayekê baştir birêve biçe, lê belê ji ber pirsgirêkên darayî wan nekarî xelkê din bo pehlevanîtiyê vexwînin.

 

Xorşîd Seîd tekez kir, ku wan dixwast ji welatên din jî beşdariyê di pehlevanîtiyê de bikin, lê belê ji ber arîşeyên darayî û nebûna şiyanan, wan nekarî kesê bo pehlevanîtiya şetrenca Duhokê bang bikin.

 

Di dawiya pehlevanîtiyê de, Mihemed Ebdullah bi 5.5 xalan pileya Yekem bi dest xwe ve anî. Herwiha li ser asta kiçan jî, Sara Mesûd bi komkirina 5 xalan karî pileya Yekem misoger bike.