Amedsporê deriyê xwe ji Leyla Zanayê re vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren piştî heqaretên alîgirên Bursasporê Leyla Zana vexwend maça Amedspor û Îdirsporê.

Serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren, piştî êriş û heqaretên ku di maça Soma û Bursasporê de li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatin kirin, peywendiyeke telefonî pê re kir û helwesta klûbê nîşan da.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Serokê Amedsporê Nahît Eren îro telefonî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kir.

Ev peywendî piştî wê yekê hat ku di maça Soma û Bursasporê de hinek alîgirên Bursasporê bi dirûşmên nijadperest û zayendperest heqaret li Leyla Zanayê kiribû.

Vexwendina ji bo maça Îdirsporê

Nahît Eren di peywendiya telefonî de piştgiriya civaka Amedsporê ji Zanayê re anî zimên û ew bi awayekî fermî vexwend maça Amedspor û Îdirsporê.

Hat diyarkirin ku Leyla Zana ji vê vexwendin û eleqeya Serokê Amedsporê gelekî kêfxweş bûye.

“Em bi hev re biryarê bidin”

Li gorî agahiyan, Leyla Zanayê li ser vexwendina Nahît Eren gotiye:

"Em bi hev re bifikirin, em bi hev re biryarê bidin."

Ev bersiv wekî nîşaneya wê yekê tê şîrovekirin ku Zana li ser beşdarbûnê erênî difikire lê hîn biryara dawî nedaye.

Piştî istîşareyên navbera her du aliyan dê diyar bibe ka Leyla Zana dê roja yekşemê li stadyumê be yan na.

Maç roja yekşemê ye

Maça di navbera Amedspor û Îdirsporê de dê 28ê Kanûna Pêşîn li Stadyuma Amedê bê lîstin.

Tê pêşbînîkirin ku eger Leyla Zana beşdarî maçê bibe, dê alîgirên Amedsporê pêşwaziyeke mezin lê bikin û bersiveke xurt bidin heqaretên ku li Bursayê hatine kirin.