Di Lîga Ewropayê de 16 tîmên dawî diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de tîmên ku dê di qonaxa 16an de bilîzin diyar bûn.
Qonaxa play-offê ya rêxistina duyemîn a herî mezin a futbola Ewropayê bi 8 maçên rovanşê bi dawî bû.
Kîjan tîm derbas bûn?
Piştî maçên rovanşê yên qonaxa play-offê; Ferencvaros, Stuttgart, Panathinaikos, Lille, Nottingham Forest, Bologna, Celta Vigo û Genk derbasî qonaxa 16an bûn.
Her wiha tîmên Olimpik Lyon, Aston Villa, Midtjylland, Real Betis, Porto, Braga, Freiburg û Romayê qonaxa lîgê di nav 8 tîmên ewil de qedandibû û rasterast derbasî qonaxa 16an bûbûn.
Pişkkişandina qonaxa 16an dê îro saet 15:00an (bi dema Kurdistanê) bê kirin.
Maçên vê qonaxê dê 12 û 19ê Adarê bên lîstin.
Encamên maçan
Encamên du maçên lîstikên Lîga Ewropayê wiha ne:
Ferencvaros (Macaristan)-Ludogorets (Bulgaristan): 1-2, 2-0
Stuttgart (Almanya)-Celtic (Skoçya): 4-1, 0-1
Viktoria Plzen (Çekya)-Panathinaikos (Yunanistan): 2-2, 1-1 (Bi penaltiyan 3-4)
Qizilyildiz (Sirbistan)-Lille (Fransa): 1-0, 0-2
Nottingham Forest (Îngilistan) – Fenerbahçe (Tirkiye): 3-0, 1-2
Bologna (Îtalya)-Brann (Norwêc): 1-0, 1-0
Genk (Belçîka)-Dinamo Zagreb (Xirwatistan): 3-1, 3-3
Celta Vigo (Spanya)-PAOK (Yunanistan): 2-1, 1-0