Mirovên serkeftina Kurdistanê li cîhanê temsîl dikin pêwist in

27-04-2013
AGİT BOZTEMUR
A+ A-
Koln (Rûdaw) - Sporvanê profesyonel Hassan Erdogan di sala 1985ê de li bajarê Dep a girêdayî Elezîzê hatiye dinê. Ew di nav hevalên xwe de wekî Xorto tê nasîn. Tirkiyeyê jê xwast ku di olîmpiyatên 2008ê de li Çînê bi navê wê beşdar bibe lê wî nepejirand, ji ber wî dixwast bi navê Kurdistanê beşdar bibe.

 

Hassan Erdogan di sala 1988ê de digel malbata xwe ji ber şerê li Kurdistanê wekî penaber hat Almanyayê. Wî 12 salên xwe di wargehên penaberan de li bajarê Wülrath kirin. Piştî xwendina li dibistanên navîn yên cuda Xorto li zanîngeha Dusseldorfê dest bi xwendina beşa medya, zanyariya ragihandinê, zanyariya siyasetê û sosyolojiyê kir.


Ev salek e ew bi hevserokê PYDê Salih Muslim re di nava pêwendiyan de ye û piştgiriya karê siyasî ya PYDê û Desteya Bilind a Kurd (DBK) li Rojavayê Kurdistan dike. Herwiha ew bi awayekî aktîf piştgiriyê dide namzeta partiya Keskan a bajarê Kolnê ya ji bo hilbijartinên giştî yên Almanyayê.


Di 8 saliya xwe de li Wülfrathê dest bi lîstika futbolê kir. Piştre dev ji futbolê berda û di 21 saliya xwe de dest bi antremanên Tiathlet kir.
\

Trithathlon wekî cureyê herî zehmet ê sporê tê nasîn. Ji bo sporvanek bikaribe Trithathlon bike, divê avjênî û ajotina profesyonel ya bisiklêtê li dû xwe hiştibin. Hindik sporvanan kariye mafê beşdarbûna şampiyonetiya cîhanê ya li Hawaî (DYA) bi dest bixin û yek ji van jî Xorto ye.


Pêşbirka yekemîn tu beşdar bûyî kîjan bû?

Di sala 2006ê de min dest bi antremanan kir û dû re beşdarî pêşbirkek beza dirêj bûm. Piştî antremanên 6 mehan ez li Zurichê beşdarî pêşbirkekî bûm û li wir min mafê beşdariya pêşbirka herî zor ya cîhanê ya li Hawaî bi dest xist.

Triathlet lîstikek çawa ye û divê mirov çi bike?

Sporvan di beşekî de sê tiştan dike. Di destpêkê de divê mirov 3,8 km avjêniyê bike, dû re 180 km bisiklêtê bajo û herê dawî jî bênavber 42 km bibeze.

 

Te xwe çawa ji bo pêşbirkan amade dikir?


Min di destpêkê de pergala xwarina xwe guhert. Di dema antreman û pêşbirkan de min ji bo tendûristiyê plansaziyek baş bi antrenorê xwe re çêkir. Ji bo amadekariyên pêşbirka li Zurichê û Hawaî min 8 mehan heftane 30 saet antreman kir.

Çend sporvan beşdarî pêşbirka li Zurichê bûn? Mafê beşdarbûnê çawa bi dest dikeve û tu bûyî yê çendê li wir?

Herkes dikare beşdarî pêşbirkên quvalîsiyê bibin. Li Zurichê 1800 sporvan beşdar bûn. Bi giştî 9 saetan dom kir heta min qedand. Ez bûm yekemîn û bi vê yekê min mafê beşdarbûna beşdariya şampiyonetiya cîhanê bi dest xist.


Li Hawaî çend sporvan beşdarî "Ironman" bûn û tu bûyî yê çendê?


Li Hawaî zêdeyî 2000 sporvan beşdar bûn lê şert ne wekî hev bûn.


Mebesta te bi newekheviya şertan çi ye?

Li Hawaî hemû tişt zehmettir e. Li Zurichê şiliya hewayê û bi giştî rewşa hewayê mirov dikarîbû îdare bike lê li Hawaî 45 pile germ bû. Pêşbirk li ber behra pasîfîk bû û ji wê yekê ba gellek hebû. Li Hawaî gellek volkan hene. Min di nava erdên bi lava reş bûyî de 180 km bisiklêt ajot û 42 km beziyam. Gellek zehmet bû.

 

Te wekî sporvan xwe çawa amadeyî hewaya guhertî dikir?

Ji ber pisgirêkên aborî min nedikarî xwe wekî sporvanên din ên profesyonel amade bikim. Laşê min nikarîbî xwe wekî yê sporvanên din ên ku sponsorên mezin li pişt wan in xwe li gor rewşê biguhere. Sporvanên din hê du meh ji pêşbirkan re mayî ji bo laşê xwe fêrî hewaya wir bikin çûn Hawaî, ez tenê deh roj mayî çûm.  

Min hewil da têkiliyê bi berpirsiyarên Başûrê Kurdistanê re danim


Çima sponsorên te yên baştir nebûn?

 

Hemû welat sporvanên xwe fînanse dikin û ji bo pêşveçûna wan alîkariyê dikin. Ji ber serkeftinên min hinek welatan ku Tirkiye jî di nav de hebû, xwastin alîkariya min bikin. Min nekarî vê yekê ji ber karên xwe yên siyasî û nasnameya xwe ya kurdî bipejirînim. Min xwast bi navê welatê xwe, bi navê Kurdistanê destpê dikim. Min hewil da têkiliyê bi berpirsiyarên Başûrê Kurdistanê re danim. Digel bi sporê mirov welatan temsîl dike û dikare li cîhanê welatê xwe bide nasîn, lê ev şansê ji bo me Kurdan nehat bikaranîn. Ji ber dema Kurdistan tê gotin şer tê bîra mirovan, spor di vî alî de pirek baş e.

Ez di sala 2006ê de di pêşbirka şampiyoniya cîhanê de bûm sêyemîn

Encama pêşbirkan çawa bû?

 

Digel rewşa klîmayê ya ne baş û sponsorên ne baş, ez di beşa hevtemenên xwe de bûm duyemîn. Ez di sala 2006ê de di pêşbirka şampiyoniya cîhanê de bûm sêyemîn û wî wextî 22 salî bûm. Sporvanên din xwe baştir amade kiribin û bisiklêtên wan jî baştir bûn. Ezmûna wan a bi salan hebû. Gellek sporvan matmayî mabûn ku min dabû pêşiya wan. Min 8 meh pêşiya hingî dest bi antremanan kiribû lê ew bi salan bû dilîstin. Ez bawer dikim ev taybetmendiyek me Kurdan e; Em dikarin gellek tiştan bikin, beyî ku piştgiriyê bistînin. 

Sporvanên din ên ji Rojhilata Navîn çawa bûn?

Organîzator û antrenoran ji min re gotin ku ez sporvanê herî baş bûm. Sporvanên tirk tenê karîn bikevin rêza 22‘emîn. Ez sporvanê herî baş û yê herî ciwan ji Rojhilata Navîn bûm.
Organîzator piştre hat cem min û got: "Tu  nebûyî şampiyonê cîhanê lê belê tu Triathlêtê herî baş ê Rojhilata Navîn î.ˮ

Ez hêvîdar im ku Kurdistan rizgar bibe û ciwanên kurd bi navê Kurdistanê beşdarî olîmpiyat û pêşbaziyên din bibin

Piştre çi pêşniyar ji te re hatin?

Serkeftinên min rê vekirin ku li Pekîng û Londonê beşdarî olîmpiyatan bibim. Desteya navnetewî ya olîmpiyatan tenê dihêle ku sporvan bi navê dewletên naskirî beşdar bibin. Tirkiyeyê xwest ku bi navê wê beşdarî olimpiyatên 2008ê bibim. Min qebûl nekir, ji ber min nexwast bi ala Tirkan beşdarî lîstikên olimpiyatê  bibim. Xeyala hemû ciwanan e ku carekî beşdarî olimpiyatan bibin. Lê min qebûl nekir. Ez hêvîdar im ku rojek bê û ti ciwanên kurd wê şansek bi vî rengî ji dest xwe bernedin. Ez hêvîdar im ku Kurdistan rizgar bibe û ciwanên kurd bi navê Kurdistanê beşdarî olîmpiyat û pêşbaziyên din bibin.

Te beşdarbûna olîmpiyatan a bi navê Tirkiye nepejirand lê tu li alternatîfekî jî geriyayî?

Min xwest wekî pêşbirka "Ironman" a li Hawaî bi navê Başûrê Kurdistanê beşdar bibim. Mixabin ezmûnên xerab ên 2006ê xwe dubare kirin. Rayedarên ji Başûrê Kurdistanê spor cidî negirtin. Ez bi dîrektorê sporê birêz Shaker Simo re jî ketim nav têkiliyê. Ji gotinên vale pê ve tiştek negot. Dema Kurdistan tê avakirin divê strukturên cidî werin çêkirin. Ku bingeha welatê me wisa were avakirin, rewşa ji bo me naxwe xerab e. Ji me re mirovên ku ne pereyên Kurdistanê divin, lê serkeftina Kurdistanê li cîhanê temsîl dikin pêwist in.  


Ev rewş ji te re tê çi wateyê?

Min dikarî bi navê Tirkiyeyê beşdar bibim. Tirkiye wê hemû tiştên min fînanse bikira. Pirsgirêka min a darayî wê nemana. Ji min re ne pere lê alîkariya avakirina Kurdistanê girîng e.

 

Herî dawî tu kengî çûyî Kurdistanê?

Di 2011ê de bi şandek wezareta Almanyayê ya pêşveçûyînê û beriya du hefteyan jî bi şêwirmendê Nêçîrvan Barzanî yê li Hewlêrê re çûm.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst