Stenbol (Rûdaw) – Tîma Fenerbahçe ya Tirkiyê bo cara 19an bû şampiyona lîga Sûper ya Spor Toto ya wî welatî.
Îşev li yarîgeha Şukru Saraçoglu ya bajarê Stenbolê û di çarçoveya 31emîn hefteya lîstikên lîga super a Spor Totoyê ya Tirkiyê de, tîmên Fenerbahçe û Çaykur Rîzespor hatin hemberî hev.
Yariya Fenerbahçe û mêvana wê bi encama 0-0 bidawî hat û Fenerbahçe bi 68 xalan bû şampiyona werza 2013-2014 a lîga super a Spor Totoyê.
Şampiyoniya Fenerbahçê di demekî de ye ku 3 hefte maye lîga super a Spor Totoyê bidawî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse