Maça Elazigspor û Vansporê: Doh li Xarpêtê çi qewimî?
Hewlêr (Rûdaw) - Maça Elazigspor û Vansporê ji ber bûyerên li stadyumê di xuleka 56an de hat betalkirin.
Tîmên Bakurê Kurdistanê Elazigspor û Vanspor ku di Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîzin şeva borî di pêşbirka play-offê de li Stadyuma Ataturkê ya Xarpêtê (Elazig) demjimêr 20:00î hatin pêşberî hev.
Berî roja maçê aliyê Elazigsporê gelek gef li tîma Vansporê xwaribûn û heta hinek kesan daxwaz kiribû ku tîma Vansporê ji bo lîstikê neçe bajarê Xarpêtê.
Bi destpêkirina maçê re alozî û bûyeran dest pê kir û alîgirên Elazigsporê gelek kel û pelên cuda avêtin nav qada lîstikê û lîstikvanên Vansporê.
Ji ber avêtina madeyên xeternak û meşaleyan, maç dem bi dem hat rawestandin û di navbera futbolîstan de alozî derketin.
Berî maçê û di dema maçê de Parlementerên CHP û AK Partiyê û Şaredarê Xarpêtê bi alîgir û lîstikvanên Elazigsporê re hevdîtin kirin û ji wan xwest ku aram bin.
Elazigsporê nîvê yekem ê maçê 1-0 li pêş qedand.
Alîgirên Elazigsporê xuleka 56an madeyên cuda avêtin nav qadê û yek ji wan li serê alîkarê hekem Kadîr Beyaz ket û ew birîndar bû.
Hakemê maçê Umît Ozturk bi alîkarên xwe re qada lîstikê terk û maç betal kir.
Di lîstika yekem a gera sêyem a play-offê de Vanspor li hemberî Elazigsporê 4-1 bi ser ketibû.
Vanspora ku di maça Elazigsporê de rastî êrişan hat di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de derbasî Amedê bû û ji aliyê gelê Amedê û birêvebiriya Amedsporê ve hat bi dilekî xweş hat pêşwazîkirin.
Birêvebiriya Amedsporê, tîma Wanê ezimand û bi hev re çûn şîvê.
#WÊNE - Vanspora ku di maça Elazigsporê de rastî êrişan hat derbasî Amedê bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 27, 2025
⚽️ Birêvebiriya Amedsporê û tîma Vansporê bi hev re çûn şîvê
⚽️ Maça Elazigspor û Vansporê ji ber bûyerên li stadyumê nîvco ma û tîma Wanê derbasî Amedê bû#Vanspor
📸@amedskofficial pic.twitter.com/Qbd24WjTPt
Li hêla din, Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li mala xwe bi Altinordusporê re 1-1 ma û di play-offê de derket fînalê.
Bi îhtimaleke zêde dê Vanspor û Batman Petrolspor di fînalê de bên pêşberî hev û her du alî gelek peyamên biratî û dostaniyê didin.
Xelkê Êlihê piştî serkeftina Batman Petrolsporê ji bo pîrozbahiyê daket kolanan#BatmanPetrolspor pic.twitter.com/pdMawqwXX2
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 26, 2025