Tîma Cîhadê dibistana xwe ya rahênana futbolê vekir
Qamişlo (Rûdaw) - Li Qamişlo tîma Cîhad careke din deriyê dibistana xwe ya rahênana futbolê vekir. Niha bi sedan zarokên Qamişlo başdarî xulên rahênana futbolê dibin.
Berpirsekî Tîma Cîhad dibêje ku armanca wan zarokan fêrî lîstika futbolê bikin, heriwha kadirên tîmê jî bi hêz bikin.
Rahêner jî eşkere dikin ku hîn pirsgirêk û zehmetiyên wan berdewam dikin, ji ber ku rewşa stadyomê xerab e û pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyên werzişî heye.
Xirstiyanekî bajarê Qamişlo rahênerê dibistana zarokên Cîhad e, lê ew jî gazinên xwe dike û dibêje, ku hem bê stadyom in û hem jî pêdvî û alavên werzişê tine ne.
Rahênerê Tîma Cîhadê Vîkên Serkîs wiha got: “Em rastî gelek astengiyan tên. Erda ku em li ser dilîzin pir xirab e, û hêj pêdeviyê me kêm in, lê em bi hêvîn e ku em van kêmsiyan çareserbikin û em hemû pêdiviyên dibsitanê bilez dabîn bikin.”
Zarokên lîstikvan pir kêfxweş in, van zarokan lîstikvanên navdar yên Tîma Cîhad Comer Mûsa, Qezafî Îsmet ji xwe re kirine nimûne û dixwazin li ser şopa wan bimeşin . Zarok li ser şêweyên akadimî yên rahênana futbolê li vir berwerde dibin, zarokek jî dibêje ku ew xwe fêrî lîstika futbolê dike ta ku bighê asta lîstikvanên navdar ên tîma Cîhadê.
Zarokekî yarîzan Pînar Hisên jî got: “Ez têm dibsiatan Tîma Cîhad ta ku ez fêrî lîstika futbolê bibim, û dema ku ez mezin bibim weke Comerd, Mûse û Qezafî, Îsmet bibim. Rahênan me fêrî werzîşa rast dikin û em pir sûdê ji wan werdigrin.”
Ev zarok siberoja futbola Rojavayê Kurdistanê ne, ku hejmara wan 200 zarok in û ji temenê 6 heta 14 salî beşdarî vê dibistanê bûne, ew dixwazin bibe stêrkên futbolê.