Tîmeke Kurdan a futbolê li Almanyayê deng vedaye: ‘SV Azadî’

Dusseldorf (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Kurdî SV Azadî ku sala 2016an li Almanyayê hatiye damezirandin, bi serkeftinên xwe yên li pey hev balê dikişîne.

Tîma ku ji aliyê 3 hevalan ve hatiye avakirin, di 4 serdeman de 4 caran lîg derbas kirine û niha armanca wê ew e ku bigihêje lîgên bilindtir û stadyuma xwe ava bike.

Li Almanyayê, tîma SV Azadiyê ya ku li ser bingeha hevaltî û parastina nasnameyê hatiye damezirandin, bûye sembola civak û çanda Kurdî.

Her tişt sala 2016an bi xewna 3 hevalan dest pê kir.

Ji wê destpêkê ve, tîma Azadiyê bi serkeftinên xwe yên li pey hev xwe gihand Verbandsligayê ku di sîstema lîgên futbolê yên Almanyayê de yek ji astên bilind e.

Azad Mêranê damezirîner û lîstikvanê tîma futbolê ya Azadiyê got:

“Berê ti komeleyên Kurdî yên wisa nebûn. Cihek nebû ku Kurd tê de bicivin û hev nas bikin.

Lewma me tîma Azadiyê damezirand.

Me dixwest em malekê ji bo Kurdan ava bikin, da ku nêzîkî hev bibin û pêwendiyan çêbikin, cihekî ku taybet be bi Kurdan.”

“Em hêvîdar in stadyuma me ya taybet hebe”

Damezirînerê tîmê diyar kir ku armancên wan mezintir in.

Azad Mêran li ser armanca tîmê anî ziman:

“Armanca me ew e ku em bibin tîma werzişê ya Kurdî ya herî mezin a Almanyayê.

Em hêvîdar in rojekê stadyuma me ya taybet hebe û ji aliyê binesaziyê ve em serbixwe bin.”

Pêkhateya tîmê mînakeke zindî ya yekrêziyê ye, lîstikvanên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê mil bi milê lîstikvanên Alman, Polonî û neteweyên din dilîzin.

Ji bo lîstikvanan, lixwekirina formaya Azadiyê ne tenê lîstikek, şeref û şanazî ye.

Elend Xelîlê lîstikvanê tîmê da zanîn:

“Cudahiya me ji tîmên din ew e ku em hemû bi hev re wekî malbatekê ne.

Em heval û birayên hev in û eger pirsgirêkeke yekî ji me jî hebe, em hemû bi hev re alîkariya wî dikin.”

Rahênerê tîmê diyar kir ku ew carinan li rastî tevgerên nexweş tên.

Nîwar Casimê rahênerê Azadiyê jî got:

“Dema em li derveyî stadyuma xwe dilîzin, carinan ji aliyê alîgirên tîma hember ve rûbirûyî gotin û reftarên nexweş dibin.

Girîng e ku tu xwe kontrol bikî, bihêz bî û guh nedî wan. Tenê bala te li ser lîstikê be.”

Nîwar Casimê rahênerê Azadiyê qala planên xwe jî kir û anî ziman:

“Plana me ew e ku em hêdî hêdî dest bi avakirina tîmên ciwanan bikin.

Ji bo tîma me ya yekem jî, ez hêvîdar im ku di nava 5 salên bê de em bigihêjin asta Oberliga ku pileya pêncem a sîstema lîgên Almanyayê ye.”

Tîm di nava civaka Kurdî de jî çalak e û komeke govend û folklora Kurdî ji bo zarokan damezirandiye da ku çanda Kurdî bi nifşê nû bidin nasîn.

Armanca herî mezin a tîmê niha avakirina stadyumeke taybet bi xwe ye ku ne tenê ji bo lîstikan be û bibe navendeke civakî û çandî ji bo pêşkêşkirina dersên zimanê Kurdî û çalakiyên din.