Vansporê li mala xwe Hatayspor perişan kir: 4-0
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê Vanspor FK, di maça xwe ya dawî ya salê de li mala xwe Hatayspor 4-0 têk bir.
Di hefteya 19emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de Vanspor FK li mala xwe mazûvaniya Hataysporê kir.
Tevî hewaya sar jî alîgirên Vansporê tîma xwe tenê nehişt û çûn stadyumê.
Piştî ku Hakan Kutlu ji tîmê veqetiya, Osman Zekî Korkmaz bûbû rahênerê tîmê.
Tîma Sor û Reş bi pêşengiya Korkmaz dixwaze di lîgê de biçe rêzên jor û bi vê lîstikê hêviyên xwe zindî kirin.
Vansporê di maçê de serdestiyeke mezin nîşan da û bi 4 golan bi ser ket.
Golên maçê
Golên Vansporê di xuleka 41ê de Ivan Cedric, di xuleka 45+2yan de Emîr Bars, di xuleka 67an de Medenî Bîngol û di xuleka 90î de jî Muhammed Çoksu tomar kirin.
Vanspor bi vê encamê sal bi serkeftinê qedand û di lîgê de derket rêza 8an.