Hewlêr (Rûdaw) – Di heftiya 26emîn a La Ligayê tîma Espanyol di mala xwe de li hember Real Madridê 1-0 bi serkeft.
Yarî li yarîgeha Espanyolê, RCDE Stadyum de hate lîstin. Beşa yekem a yariyê bê gol bi encamp bû.
Lê di xuleka 90+3 de lîstikvanê Espanyolê, Gerard Moreno goleke sûprîz tomar kir û bi vî awayî li hember Realê bi 1-0 serkeftî bû.
Di tîma Real Madridê de stêrka potûgalî Cristiano Ronaldo vê hefteyê nelîst.
Piştî vê encamê Real Madrid di 51 xalan de ma di rêzbenda 3emîn de cîh girt. Herwiha Espanyol jî xalên xwe kirin 31.
.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse