Stadyumên Qamişloyê 22 sal in li benda futbolê ne

4 demjimêr berê
Solîn Mihemed Emîn
Lîstika tîmên Cîhad û Hîlalê yên Qamişloyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lîstika tîmên Cîhad û Hîlalê yên Qamişloyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Tîma Cîhadê Tîma Hîlalê Şam Qamişlo
A+ A-

Şam (Rûdaw) – Tîmên futbolê yên Qamişloyê ji ber qedexeya siyasî ya 22 salan, neçar in ji bo maçên xwe rêyeke dûr ber bi Şamê ve herin.

Lîstikvanên tîmên Cîhad û Hîlalê daxwaz dikin ku ev qedexeya rejîma berê were rakirin da ku ew li stadyumên xwe û li ber alîgirên xwe bilîzin.

Her çi qas piştî guherînên li Sûriyeyê hewlên çareseriyê hebin jî, hîn futbolîstên Kurd li benda biryara dawî ya vegera ser axa xwe ne.

Ev her du tîmên bajarên Kurdan in. Tenê ji bo maçeke futbolê ji Qamişloyê berê xwe daye Şamê.

Ji ber qedexeya lîstina maçan li bajêr, ew nikarin li stadyumên xwe û di nav alîgirên xwe de bilîzin.

Niha her du tîmên Hîlal û Cîhadê di qonaxa çûnê ya xula yekem a Sûriyeyê de dilîzin.

"Em dixwazin qedexe rabin"

Lê ji sala 2004an ve, piştî serhildana Qamişloyê, bi biryareke siyasî ya rejîma berê lîstika li ser axa wan hate qedexekirin.

Lîstikvanên Kurd ji vê rewşê bi gazinc in û daxwaz dikin ku ev biryara kevin were rakirin.

Rahênerê golparêzên Cîhadê Îmad Îsa got, "Em her du tîm ji Rojavayê Kurdistanê ne. Çima em li Şamê dilîzin?

Şam paytexta me ye lê ev ne werziş e. Derfetên me nînin, lîstikvan diwestin û dahata me kêm e.

Em nikarin li otelan bimînin. Şeva borî em neçar man li cihekî guncan bixwin û razên."

Birêvebirê Tîma Ciwanên Hîlalê Dîdar Zaza jî got, "Em bi hêvî ne ku piştî van guherînên baş, hikûmet bi me re rûne û vê pirsgirêkê çareser bike.

Bila em li ser axa xwe bilîzin; çi Cîhad be, çi Hîlal, Amûdê yan Cezîreyê be, ev hemû tîmên parêzgeha me ne."

Her çi qas herêmên Kurdan niha di qonaxeke entegrasyonê re derbas dibin jî, hîn hinek mijarên werzişî nehatine çareserkirin.

Berpirsên tîman dibêjin ku ew dê di demên pêş de bi aliyên peywendîdar re vê mijarê zelal bikin.

Endamê Birêvebiriya Tîma Cîhadê Ednan Helac jî got, "Bi rastî Tîma Cîhadê ji sala 2004an ve qedexe ye ku li ser axa xwe û di nav alîgirên xwe de bilîze.

Piştî rûxandina rejîma berê, me daxwaznameyek pêşkêşî yekîtiyê kir da ku em li ser axa xwe bilîzin.

Wan erê kir û niha em li benda bersiva parêzgar û komîteya pispor a Qamişlo û Hisîçayê ne."

Tîma Cîhadê yek ji navdartirîn tîmên futbolê ye li Rojavayê Kurdistanê û wekî sembola werzişa Kurdan tê naskirin.

Ev tîm sala 1968an li bajarê Qamişloyê hatiye damezirandin.

Tîma Cîhadê niha bi derfetên xwe û bi lîstikvanên xwecihî hewl dide li Sûriyeyê û herêmê serkeftinan bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst