Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê Şampiyoniya Kickboksê ya Tirkiyeyê û hilbijartinên tîma neteweyî dest pê kir.
6 hezar werzişvanên ji 75 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî şampiyoniyê dibin.
Federasyona Kickboksê ya Tirkiyeyê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê organîzasyoneke mezin a werzişê saz kir.
Şampiyonî û hilbijartinên kadroya tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li Salona Werzişê ya Seyrantepeyê bi merasîmekê dest pê kir.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu di merasîmê de axivî û ragihand ku ji 75 parêzgehên cuda derdora 6 hezar û 200 werzişvan, hezar û 500 rahêner û malbatên wan li Amedê ne.
Zorluoglu destnîşan kir ku ev qerebalixî û beşdarî ji bo aborî û danasîna bajêr derfeteke mezin e.
Parêzgarê Amedê di axaftina xwe de girêdanek di navbera werziş û pêşhatên siyasî yên dawî de çêkir û got:
“Werziş hezkirin, rêz û aştiyê tîne bîra mirov û zemînekî wiha ava dike.
Wekî hûn dizanin, welatê me di vê serdemê de polîtîkayeke pir girîng a wekî Pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror dimeşîne.
Em dibînin ku werziş piştgiriya herî xurt dide vê projeya mezin.
Bi van şampiyoniyan em ciwanên xwe yên ji bajarên cuda tînin cem hev û wan bi hev re dikin yek.”
Şampiyoniya herî mezin
Serokê Federasyona Kickboksê ya Tirkiyeyê Salim Kayici jî ragihand ku wan şampiyoniya xwe ya herî mezin aniye Amedê.
Kayici diyar kir, werzişvanên ku li vir serkeftinê bi dest bixin dê gava xwe ya yekem a ber bi Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ve biavêjin û nûnertiya Tirkiyeyê bikin.
Tê pêşbînîkirin ku pêşbirk û hilbijartinên tîma neteweyî ya Tirkiyeyê heta 3yê Nîsanê berdewam bikin.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu di pêşbirkê de got:
"Zêdetirî 6 hezar werzişvanên ji 75 parêzgehên cuda yên welatê me îro li Amedê ne.
Her wiha derdora hezar û 500 rahêner û hakemên me û malbatên werzişvanên me jî li Amedê ne.
Wekî hûn dizanin, welatê me di van demên dawî de polîtîkayeke pir girîng a wekî pêvajoya 'Tirkiyeyeke Bêteror' dimeşîne.
Di vî warî de em dibînin ku werziş piştgiriyeke pir mezin dide vê projeya mezin û dê bide jî.
Bi zêdekirina hejmara van cure şampiyoniyan li Ameda me, em werzişvanên xwe yên ku ji bajarên din ên Tirkiyeyê tên û ciwanên xwe tînin cem hev û wan dikin yek."
#WÊNE - Şampiyoniya Kickboksê ya Tirkiyeyê li Amedê tê lidarxistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2026
🥊 6 hezar werzişvan ji bo Şampiyoniya Kickboksê li Amedê ne
🥊 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Şampiyoniya Kickboksê û hilbijartinên tîma neteweyî dest pê kir pic.twitter.com/WchZ0I5KHK
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse