Amedsporê berê xwe da Ewropayê: Li Hannoverê firoşgeh tê vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de dilîze û xwe ji bo Lîga Super amade dike, di dîroka klubê de gaveke girîng diavêje û firoşgeha xwe ya yekemîn a fermî ya li derve li bajarê Hannoverê yê Almanyayê vedike.
Bi vî awayî dê şaxa pêncemîn a Amed Storeyê li Ewropayê xizmetê bide.
Amed Storeya ku berê li navçeyên Sûr, Peyas û Bajarê Nû yên Amedê firoşgehên wê hebûn, armanc dike ku bi şaxa xwe ya nû bigihêje alîgirên xwe yên li Ewropayê.
Li Hannoverê piştî daliqandina tabelaya firoşgehê, ji bo vekirinê amadehî tên kirin.
Vekirina fermî ya şaxa Amed Storeyê ya Hannoverê dê 16ê Gulanê demjimêr 14:00an were kirin.
Tê çaverêkirin ku Serokê Amedsporê, birêvebirên klubê û mêvan beşdarî bernameya vekirinê bibin.
Her wiha di çalakiyê de dê futbolîst bi alîgiran re werin ba hev û formayan îmze bikin.
Hat diyarkirin ku dê di firoşgeha nû de forma, şal û berhemên bilîsans werin firotin.
Tê gotin ku ev gav dê derketina navneteweyî ya klubê zêde bike.
Firoşgeha nû ya Amedsporê ya li derve dê di heman demê de nirxê markaya klubê li qada navneteweyî xurt bike.
Alîgirên li Ewropayê jî dê bi vê bipêşketinê re derfeta pêwendiya nêzîktir bi klubê re bi dest bixin.