Federasyonê li ser maça Elazigspor û Vansporê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber bûyerên li stadyumê biryar da ku Elazigspor li hmeberî Vansporê 3-0 têkçûyî bê hesibandin û bi vê yekê Vanspor derket fînalê.

Tîmên Bakurê Kurdistanê Elazigspor û Vanspor ku di Lîga 2yem a TFFyê de dilîzin şeva 26ê Gulan di pêşbirka play-offê de li Stadyuma Ataturkê ya Xarpêtê (Elazig) demjimêr 20:00î hatin pêşberî hev.

Alîgirên Elazigsporê xuleka 56an madeyên cuda avêtin nav qadê û yek ji wan li serê alîkarê hekem Kadîr Beyaz ket û ew birîndar bû.

Hakemê maçê Umît Ozturk bi alîkarên xwe re qada lîstikê terk û maç betal kir.

Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bûyer bi berfirehî nirxand û biryara xwe ya dawî bi raya giştî re parve kir.

Di dengdana Lijneya Dîsîplînê de 12 endaman piştgirî da ku Elazigspor têkçûyî bê hesibandin û tenê 2 endaman deng da ku maç ji nû ve bê lîstin.

Li gorî vê biryarê, Elazigspor têkçûya hat hesibandin û Vanspor bi serkeftina 3-0 derbasî fînalê bû.

Di gava yekem a nîv fînalê ya play-offê de Vanspor li hemberî Elazigsporê 4-1 bi ser ketibû.

Vanspor û Batman Petrolspor derketin fînalê

Li aliyê din Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li mala xwe bi tîma Îzmîrê Altinordu FKyê re 1-1 ma.

Ji ber ku Batman Petrolsporê di agav yekem a maçê de li Îzmîrê Altinorduspor 1-0 têk biribû bi averaja 2-1ê navê xwe li fînalê nivîsî.

Bi van encaman her du tîmên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Batman Petrolspor dê di fînalê de bên hemberî hev.