Dêrsim (Rûdaw) - Yaneya Dêrsimspor a ku di Lîga Sêyem a Tirkiyê de dileyîze, ev neh car e li ser hev bi bin dikeve.
Dêrsinspor herî dawîn jî li mala xwe li Dêrsimê li beramberê Yaneya Derîncesporê ya bajarê Kocaeliyê 0-1 bi bin ket. Piştî evqas binketinên ku li pey hev tên, alîgirên Dêrsimsporê jî aloziya derdixin û daxwaz dikin ku rêveberiya yaneyê dest ji kar bikşîne.
Yaneya Dêrsimsporê ya ku di lîga sêyem a Tirkiyê de dileyîze, ev 9 pêşbirk e nikare serkeftinê bi dest bîne.
Pêşbirka dawîn a bi Derîncesporê re jî li mala xwe golek xwar. Li ser vê yekê alîgirêb Dêrsimsporê yên ku bi binketina derûniya wan şikest xwariye, bi hinceta ku kizîr wate hekem serbixwe tevnegeriya alozî derxist.
Alîgirên Dêrsimsporê ji binketinan bêzar bûne. Hem bertek nîşanî gogbazên yaneyê didin, hem jî daxwaz dikin ku rêveberiya Dêrsimsporê dest ji kar bikşîne.
Li gor rêveberiya Yaneya Dêrsimsporê jî ji ber ku ev çend maç e serkeftin bi dest nexistine derûniya gogbazan xirab bûye. Lewma her diçe xirabtir dileyîzin.
Rêveberê Yaneya Dêrsimsporê ji Rûdawêr re wiha got: “Ji ber binketinên ku li pey hev tên, li ser gogbazan zext çêbûye. Ev yek jî hemahengiyê têk dibe. Ya rast gogbazên me dikarin vê hewayê bişkênin. Lê çênebû.”
Yaneya Dêrsimsporê di sala 2015an de ji nav Grûba Hewesdar û amator derbas Lîga Sêyem bû.
Niha jî di lîga sêyem de di rêza dawîn de cih digire. Ji ber ku di sezona îsal a pêşbirkan de ev 9 car e li ser hev bi bin dikeve. Ger Dêrsimspor heta 30ê Nîsana 2017an wiha biçe egera wê heye ku ji lîga sêyem dîsa dakeve nav grûba amator.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse