Amedspor vê carê neterpilî: 2-1

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê di hefteya 15an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li mala xwe Esenler Erokspor 2-1 têk bir.

Amedsporê di hefteya 15an a lîgê de bi duyemê lîgê Esenler Eroksporê re lîst.

Tîma Amedê 1-0 ket paş lê dev ji maçê berneda û 2-1 bi ser ket.

Amedsporê bi vê encamê hem 3 puan berdan binê xurcika xwe û hem jî derket rêza 2yem.

Nîvê yekem a maçê 1-0 bi serdestiya Eroksporê bi dawî bû.

Lê Amedsporê bi golên Poko û Mbaye Diagne bersiv da mêhvanê xwe.

Erokspor xuleka 39an bi gola Mîkaîl Okyar 1-0 ket pêş.

Poko xuleka 78an skor kir 1-1.

Mbaye Diagne xuleka 87an piştî kontrola VARê penaltî bi kar anî.

Tevî ku qeleparêz Enes dest da topê jî Diagne top şand toran û maç bû 2-1.

Di xulekên mayî de ti golên din çênebûn.

Amedsporê puanên xwe derxistin 29an û derbasî rêza duyem bû.

Esenler Erokspor di 28 puanan de ma û daket rêza sisêyan.