Alîgiran bi dirûşma ‘Leyla Zana rûmeta me ye’ stadyum hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, piştî êriş û heqaretên ku li Bursayê li dijî wê hatin kirin, îro li Amedê beşdarî maça Amedsporê bû û ji aliyê 30 hezar alîgiran ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Di maça Amedspor û Îdirsporê de dirûşma "Leyla Zana rûmeta me ye" stadyum hejand.

Di hefteya 19an a Lîga 1emîn a TFFyê de Amedsporê mêvandariya Îdirsporê kir.

Maç di bin siya piştevaniya mezin a ji bo Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê de derbas bû ku van rojên dawî rastî êrişên nijadperest û zayendperest hatibû.

Leyla Zanayê ku di maça Bursaspor-Somasporê de ji aliyê hinek alîgirên Bursasporê ve rastî heqaretan hatibû, îro li Stadyuma Amedê bi hezkirina hezaran kesan hat pêşwazîkirin.

Stranên ji bo Leylayê hatin lêxistin

Beriya ku maç dest pê bike, ji bilindgoyan strana hunermend Ciwan Haco ya bi navê "Leyla" û stranên din ên ku ji bo Zanayê hatine nivîsandin hatin lêxistin.

Dema ku 30 hezar alîgiran bi yek dengî stranan digotin, di stadyumê de kêliyên hestyarî çêbûn.

"We ez anîm maçê jî"

Serokê Amedsporê Nahît Eren û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê li ber deriyê stadyumê Leyla Zanayê pêşwazî kir.

Di dema pêşwazîkirinê de Leyla Zanayê bi ken got, “Di dawiya temenê min de we ez anîm maçê jî” û ev yek bû sedema kenê amadebûyan.

"Leyla Zana rûmeta me ye"

Dema Zana derbasî cihê xwe yê li trîbunê bû, hemû stadyum rabû ser pêyan.

Bi anonskirina navê wê re alîgirên her du tîman stadyum bi dirûşma "Leyla Zana rûmeta me ye" hejand.

Li hemberî vê eleqe û piştevaniya mezin, çavên Leyla Zanayê tije hêsir bûn û wê kêliyên hestyarî derbas kirin.

Parêzgar silav da Zanayê

Yek ji kêliyên balkêş ên maçê ew bû ku Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu li trîbuna protokolê Leyla Zana silav kir.

Parêzgar Zorluoglu çû cem Zanayê û demekê pê re sohbet kir.

Piştî êrişên li Bursayê, ev piştevaniya xurt a li trîbunên Amedsporê di raya giştî ya Kurd de wekî "bersiva herî biwate" hat nirxandin.