Di maça Manchester City û Galatasarayê de Alaya Kurdistanê hat bilindkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça Manchester City û Galatasarayê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 3 kesan Alaya Kurdistanê bilind kir û maç demekê hat rawestandin.

Şeva borî li Brîtanyayê di çarçoveya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de tîma Manchester City û Galatasaray li Londonê hatin pêşberî hev.

Di destpêka nîveka duyem a maçê de 3 kes bi Alaya Kurdistanê ketin nav qada maçê û xwest balê bikişînin ser rewşa Rojavayê Kurdistanê

Ji ber vê çalakiyê lîstikvan û hakem demekê rawestiyan.

Hêzên ewlehiyê midaxele kir û çalakvan ji qadê derxistin.

Ji ber vê yekê maç nêzîkî 2 xulekan hat rawestandin.

Di wê navberê de dezgeha weşana zindî li gorî protokolên weşana zindî yên UEFAyê dîmenên çalakiyê neda ser ekranan û berê kamerayên xwe da derveyî qadê û trîbunan.

Piştî ku çalakvan ji qadê hatin derxistin, maçê ji cihê ku mabû berdewam kir.

Pêşbirk bi serkeftina tîma Manchester Cityê bi encama 2-0 bi dawî bû.