4 lîstikvanên kurd beşdarî şampiyoniya navdewletî ya Tenîsê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wek cara yekem di dîroka sporê ya Herêma Kurdistanê de, 4 lîstikvanên kurd ên kevin beşdarî şampiyoniya navdewletî ya Tenîsê li Tirkiyê dibin.

Lîstikên Mûgla yên Navdewletî, ku her sal li bajarê Mûgla yê Tirkiyê tê lidarxistin, roja 3lê meha Nîsanê dest pêdike û 66 yarîzanên kevin ên welatên cîhanê beşdar dibin û bo heyama hefteyekê dirêj dike.

Ji Herêma Kurdistanê jî dê îsal bo cara yekemîn 4 lîstikvanên bi navên Wirya Ebdulla, Nasir Ebdurezaq, Îmad Berwarî û Ebdulqehar Sabir beşdarî vê hevrikiyê dibin.