Şampiyoniya Raftîngê li Dêrsimê tê kirin
Dêrism (Rûdaw) - Şampiyoniya Pêşbaziya Raftîngê ya Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.
Pêşbaziya raftîngê ya li Çemê Munzûrê bi beşdariya 18 tîman û 300 werzişvanan didome.
Tîmên ku li vê derê serkeftî bin, dê 23-26ê Nîsana 2026an li bajarê Pau yê Fransayê beşdarî pêşbaziya raftîngê ya navneteweyî bibin.
“Parkûra herî dirêj li bajarê me ye”
Parêzgarê Dêrsimê Şefîk Aygol li ser pêşbaziyê got:
“Ji 10 parêzgehan 18 klub, 49 tîm û nêzîkî 300 werzişvanan dest bi pêşbaziyê kir. Rewş û hewa gelekî xweş e.
Helbet ji ber sedemeke girîng Çemê Munzûrê hate hilbijartin. Parkûra herî girîng û dirêj a welatê me li bajarê me ye.”
Tîma Amedê jî li Dêrsimê ye
Tîma Amedê ya raftîngê jî beşdarî pêşbaziya li Dêrsimê bû û werzişvanên wê dixwazin bi ser kevin û biçin Fransayê.
Werzişvana raftîngê Dîcle Guzelê got, “Parkûra Dêrsimê pir xweş e, pêlên wê pir xweş in.
Em wekî tîm hatine vê derê û têdikoşin. Dêrsim pir xweş e, xweza pir xweş e.”
Hacer Işika werzişvana raftîngê jî anî zimên, “Em ji Amedê beşdarî pêşbirkê dibin.
Em dixwazin di vê pêşbirkê de bibin yekem û bi serkeftî vegerin bajarê xwe.”
Gelî û Çemê Munzûrê ji bo werzişên raftîng, kano û ziplineyê jî gelekî guncaw e.
Çemê Mûnzûrê ji bo werzişa raftîngê parkûra herî dirêj a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye û dirêjahiya wê 36 kîlometre ye.