Dueloya qoşqetênan û golbarîna li Parîsê
Hewlêr (Rûdaw) - Qeraseyê Fransayê Paris Saint-Germain (PSG) û qodamanê Almanyayê Bayern Munih, bi kurt û Kurmancî “du qoşqetênên futbola cîhanê” doh bi şev li Parîsê girê xwe bi hev xwerandin.
Heke hûn rûnişta û we bi dilê xwe senaryoyeke derhozeyî û efsanewî binivîsande dibe ku we ev encam pêşbînî nekira çimkî qodamanan gol bi ser hev de barandin û lîstik 5-4 qediya.
Erê, we şaş nexwend, 5 û 4! PSG û Bayern Munih di maça yekem a nîv-fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de hatin pêşberî hev lê wan malika hev li 7 mîratên reş gerand.
Paris Saint-Germainê (PSG) li Stadyuma Parc des Princesê mazûvaniya Bayern Munihê kir lê çi mazûvanî!
Lîstikê bi têkoşîneke xurt dest pê kir û Bayern xuleka 17an bi gola penaltiyê ya Harry Kane ket pêş.
Lê vê golê PSG kir pizotê êgir û tîma Parîsê bi golên Khvicha Kvaratskhelia û Joao Neves di nav 9 xulekan de 2-1 ket pêş.
Helbet Bayernê jî kêm nekişand û xuleka 41ê bi gola Michael Olise skor kir 2-2.
Tîma Almanyayê dilê xwe xweş kir ku bi wekheviyê here navberê lê eyb e eyb! Ma PSG radiweste?
Ousmane Dembele xuleka 45+5an gog şand torên Bayernê çêja dilxweşiyeke nîvcomayî di qirik û gewriya Almanan de asê hişt û nîvê yekem 3-2 xelas bû.
Golbarînê berdewam kir
Helbet encameke bi vî rengî ji bo nîvê yekem ê nîv-fînala Lîga Şampiyonan tiredîniyeke mezin bû lê her du tîmên qerase dîsa bi hemû jixwebawerî û delodîniya xwe derketin qada lîstikê û gol di nîvê duyem de jî bûn baran û bariyan, bûn lehî û şape û herikîn.
PSGyê destpêka nîvê duyem jî çavên xwe sor kirin û haveynê rehmê di dilê wê de nema û wekî pêlên ewran ên bi barana çilesrî dagirtî ber bi qeleya Bayernê ve çû.
PSG xulekên 56 û 58an bi golên Kvaratskhelia û Dembele 5-2 ket pêş û ewrên reş û tarî li ser serê Bayernê gerandin.
Heke we gotibe “Ji xwe lîstik xelas” û berê xwe dabe destavê da ku hûn avekê birijînin, ev tê wateya ku we Bayern nas nekiriye.
Çimkî dema vegerê hûn de ji çavên xwe bawer nekin û wan çavên şaşmayî bi pişta destê xwe bifirkînin.
Bayerna ku bi van golan bû wekî hirçekî kezebşewîtî hemû avsûrkên xwe di çavên tîma Parîsê re derxistin û xuleka 65an bi gola Dayot Upamecano û xuleka 68an jî bi gola Luis Diaz peyama “Rawestin, em teslîm nabin” da.
Ev maça ku wekî “fînala berî fînalê” dihat dîtin 5-4 qediya.
Xwiya ye 90 xulekî têra wan nekiriye ku miradê dilê xwe li hev bikin lê wekî ku pêşiyên Kurdan gotiye “Heke tu diz bî, şevreş pir in.”
Çarşema pêşiya me dê ji tîmekê re bibe şeva reş û tarî û ji yekê re jî bibe şahî û ronahî.
Maça rovanşê 6ê Gulana 2006an, demjimêr 22:00yan (bi dema Kurdistanê) dest pê dike.
Vê carê Munîh ji bo her du qodamanan meydan e û em dê bibînin kî berx e û kî beran e.
Cara yekê ye
Ev maça di navbera PSG û Bayern Munihê de wekî yekem maça nîv-fînalê ya Lîga Şampiyonan ket dîrokê ku di nîvê yekem de 5 gol hatine avêtin.
Her wiha ev maç bû ew maça nîv-fînalê ku herî zêde gol tê de hatine avêtin. 9 gol û tiredîniyeke sînorbezên!