Nizar û Serdar Yûnanîstan hejandin

29-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Leşcuwanî Yûnanîstan Nizar Xezalî Serdar Îsmaîl
A+ A-

Atîna (Rûdaw) – Di pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya Leşcuwaniyê de, 2 leşcuwanê kurd ên bi navên Nizar Xezalî û Serdar Îsmaîl pileya yekem bidest xistin.

 

Di navbera rojên 25 û 27ê Mijdara 2016ê de, di rikeberiyên pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya Leşcuwaniyê (DIAMOND CUP) de, werzişkarê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Nizar Xezalî di wezna 85 kg de, rikeberî li gel 5  werzîşkarên din kir û pileya yekem bi dest xist û medalya ya zêr qazanc kir.

 

Herwiha di heman pehlevanîtiyê de, werzişkarekî din ê kurd ê bi navê Serdar Îsmaîl ku ew jî ji Başûrê Kurdistanê ye, di wezna 90 kg de pileya yekem bi dest xist û medalya zêr misoger kir.

 

Xewna van herdu werzîşvanên kurd ew bû ku karta Pro bidest bixin da ku bikarin bi vê kartê beşdarî palawantiya Master Olimpiyadên Dîhanê bibin. Lê ev şans nedane van werzîşvanan. Di dewsa wan de karte e-Pro dane lîstikvanênên laşcuwaniyê yên yûnanî.

 

Derbarê mijarê de Nizar Xezalî ji Rûdawê re got; “Her çend me nekarî em prokartê bidest bixin lê em dikarin êdî beşdarî gelek palawantiyên din de bikin. Ji ber ku rikeberiyên kûpayê li Yûnanîstanê birêve çû, Kûpaya Elmasê dan werzişkarekî yûnanî, eger na yek ji me hêjayî vê xelatê bû.”

 

Bi gotina Nizar Xezalî wernegirtina karta Pro ji bo wan nabe sedema xemsariyê û ew dê xwe ji bo palawantiya laşcuwaniyê li Amerîkayê amade bikin.

 

Dema navnîşana Rûdaw Sporê bi zîndî weşandina palawantiyê dikir, ji aliyê sedan kesan ve hate seyrkirin û bi hezaran peyamên serkeftinê ji van herdu werzîşvanan re hatin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst