Koln (Rûdaw) - Seqetiya leystikvanê kurd Mîrkan Aydin berdewam dike û ew nikare di maça ligel Hertha Berlin de bileyîze.
Di 30yê Adarê de dijbera Vfl Bochumê tîma paytexta Almanyayê Hertha Berlîn a lîder e. Mamostayê Vfl Bochum Karsten Neitzel daxuyand tedawiya Mîrkan berdewam dike û got, "Testa tendirustiyê wî bi başî derbas bûye," lê ji bo tevlîbûna wî ya maçan diyar kir ku hê zû ye û hê cend heftê pêwîst in. Mîrkan Aydin di vê sezonê de ji ber seqetiya xwe kêm caran tevlî kadroyê bû û tenê di 5 maçan de cih girt. Mîrkan di 5 macên vê sezonê de 3 gol avêtin. Bochum di tabelleya lîga duyemîn de di rêza 15'emîn decih digire û têkosîn dide ji bo danekeve lîga sêyemîn. Mîrkan di 31ê Çileya îsal de ji gûzeka lingê xwe birîndar bû û tedawiya wî berdewam dike, ew di sezona sala borî de jî dîsa ji guzeka lingê xwe birîndar bû û nêzîka 3 meh nekarî bileyîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse