Hewlêr (Rûdaw) - Atletico Madrid û Arsenal di maça yekem a nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 1-1 wekî hev man.
Atletico Madridê li Stadyuma Metropolitanoyê di pêşbirka herî girîng a Ewropayê ya di asta kuluban de Arsenal kir mêhvan.
Her du gol jî bi penaltiyan hatin
Arsenalê xuleka 44an bi gola Viktor Gyökeres a ji penaltiyê nîvê yekem 1-0 li pêş xelas kir.
Tîma mazûvan xuleka 56an bi penaltiya Julian Alvarez bersiv da Arsenalê û maç bi encama 1-1 bi dawî bû.
Alvarez rekora Messi şikand
Julian Alvarez bû lîstikvanê Arjantînî yê ku di Lîga Şampiyonan de herî zû gihişt 25 golan.
Alvarez di 41 maçan de gihişt vê hejmarê û rekora Lionel Messi ya 42 maçan li pey xwe hişt.
Maça rovanşê dê 5ê Gulanê (sêşem) li Londonê bê lîstin û dê tîmek ji wan derkeve fînalê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse