Gola Denîz Undav têrî Stuttgartê nekir

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça hefteya 12an a Bundesligaya Almanyayê de Stuttgart bû mêvanê Hamburgê.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav di maçê de golek avêt û wekî lîstikvanê maçê hat hilbijartin lê tîma wî di xulekên dawî de bi awayekî dramatîk têk çû.

VfB Stuttgart ji bo ku cihê xwe yê di nava 4 tîmên ewil de biparêze çû deplasmana Hamburger SVyê.

Hamburga ku di 5 maçên dawî de tenê puanek kom kiribû, li stadyuma Volksparkstadionê li ber xwe da.

Rahênerê Hamburgê Merlin Polzin, Robert Glatzel di 11ên destpêkê de da lîstin û wî jî baweriya rahênerê xwe vala dernexist.

Glatzel di xuleka 17an de bi asîsta Alexander Roessing-Lelesiit golek avêt û tîma xwe 1-0 xiste pêş.

Denîz Undav kete lîstikê û wekhevî anî

Beriya ku nîvê yekem bi dawî bibe, lîstikvanê Stuttgartê Chris Fuhrich seqet bû û lîstikvanê Kurd ê navdar Denîz Undav ket şûna wî.

Stuttgartê di nîvê duyem de zexta xwe zêde kir.

Di xuleka 54an de şûta Jamie Leweling ji qeleparêz vegeriya û Denîz Undav topa ku vegeriya temam kir û skora maçê kir 1-1.

Bi vê golê re Denîzê Kurd gola xwe ya 7emîn a vê sezonê tomar kir. Her wiha ev bû gola wî ya 6emîn a li ser hev a di Bundesligayê de.

Dawiya dramatîk

Di xuleka 81ê de lîstikvanê Hamburgê Roessing-Lelesiit karta zer a duyem dît û ji lîstikê hat avêtin.

Stuttgartê li hemberî tîma 10 kesî zext kir da ku bi ser bikeve lê encam wekî ku dixwest nebû.

Di xulekên dirêjkirî de, dema Stuttgart li gola serkeftinê digeriya, Hamburgê bi êrişeke dijber bersiv da.

Fabio Vieira bi pas a Fabio Balda xuleka 90+4an topa dawî ya maçê şand torên Stuttgartê û Hamburg bi encama 2-1 bi ser ket.

Undav bû "Lîstikvanê Maçê"

Tevî ku tîma wî di xuleka dawî de têk çû jî Denîz Undav bi performansa xwe ya di vê maçê de wekî "Lîstikvanê Maçê" hat hilbijartin.

Tevgera wî ya biaqil a li qadê û gola wî, ew kir lîstikvanê herî çalak ê maçê.

Stuttgart bi vê têkçûnê di 22 puanan de ma û daket rêza 6an.